Serokê MOSSADê: Mîsyona me bi guhertina rejîma Îranê bidawî dibe

Serokê MOSSADê: Mîsyona me bi guhertina rejîma Îranê bidawî dibe

PeyamaKurd - Serokê Saziya Îstixbarata Îsraîlê (MOSSAD) David Barnea ragihand ku mîsyona wan tenê bi dawîbûna şer temam nabe û armanca wan a sereke guhertina "rejîma tundrew" a li Tehranê ye.

Barnea eşkere kir ku di operasyonên dawî yên DYA û Îsraîlê de, mîsyona wan di "dilê Tehranê" de çalak bûye û wan agahiyên sîxurî yên pir girîng dane hêzên hewayî da ku moşekên gefê li ser Îsraîlê dixwin werin têkbirin.

Barnea destnîşan kir ku guhertina rejîma Îranê ji bo wan wekî wezîfeyekê ye û ew ê li hemberî gefên hebûnê yên li ser Îsraîlê bêdeng nemînin.

Barnea diyar kir ku wan ji bo serdemên piştî êrîşên li ser Tehranê jî planên berfireh amade kirine da ku çalakiyên wan encamên mayînde bidin. Ev daxuyaniya serokê MOSSADê nîşan dide ku stratejiya Îsraîlê ji operasyonên leşkerî derbas bûye û rasterast desthilatdariya li Îranê kiriye hedef.