PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di peyamekê de ku di salvegera 52emîn a Komkujiya Qeladizê de hat weşandin got, "Em xwe li ber bîranîna şehîdên Qeladizê û hemû Kurdistanê bi rêzdarî ditewînin."
Serokwezîr Barzanî di salvegera 52emîn a Komkujiya Qeladizê de, ku di 24ê Nîsana 1974an de ji aliyê rejîma Baasê ve hat kirin, peyamek weşand.
Di peyama xwe de, Mesrûr Barzanî got:
"Di salvegera 52emîn a bombebarana ku ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve hat organîzekirin de, em li ber bîranîna şehîdên Qeladizê û hemû Kurdistanê bi rêzdarî ditewînin."