Serokwezîra Swêd bo Tirkiyê: Ne dirûst in, ne samîmî ne!

Serokwezîra Swêd bo Tirkiyê: Ne dirûst in, ne samîmî ne!

PeyamaKurd – Serokwezîra Swêd Mangdalena Andersson, li ser hevdîtinên şanda Swêd a ligel Tirkiyê bo endamtiya NATOyê daxuyanî da û got ku hevdîtin ne li gorî bendewariya wan encam daye.

Andersson, ji ajansa fermî ya Swêdê TT re li ser hevdîtinên şanda Swêd ên ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û berpirsên Tirkiyê got: "Mixabin encama hevdîtinan ne li gorî bendewariyê bû. Ev ne dirust in, ne samîmî ne.”

Serokwezîra Swêd Andersson herwiha da xuyakirin ku wê danûstandinên wan di astên cûda de bi Tirkiyê re berdewam bikin û ew dikare bibêje ku çare dewamkirina dîyalogê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin