Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi bi Pezeşkiyan re axifî

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi bi Pezeşkiyan re axifî

PeyamaKurd – Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de ragihand ku ji bo li ser rewşa herêmê gotûbêj bikin, bi serokê Îranê Dr. Mesûd Pezeşkiyan re axaftinekî kiriye. Metna Modî ya di ser Xê de hat weşandin, weha ye:

“Ji bo rewşa li herêmê gotûbêj bikim, ez bi serokê Îranê bi Dr. Mesûd Pezeşkiyan re axifîm. Li ser germbûna rewşê, wendahiyên canî yên sîvîlan û zerara ku hatiye dayîn ya avahiyên bingehîn, min endîşeya xwe di van mijaran de ragihand.

Ewlehiya welatiyên Hindistanê, ewlehiya mal û enerjiyê bo derbasî bazarê bibin, di nav daxwazên ewilî yên Hindistanê de ye. Hindistan girêdana xwe ya ji bo aştiyê û îstîqrarê dubare kir û me bang kir ku di rêya diyalog û dîplomasiyê de çareserî bibin.”