PeyamaKurd - Hat ragihandin ku serdana fermî ya Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di nîvê Tîrmehê de wê li ser mijarên aborî û ewlehiyê be.
Elî Zeydî wê di nîvê Tîrmehê de serdaneke fermî bike bo Washingtonê da ku li ser dosyayên aborî û ewlehiyê nîqaş bike. Ev serdan di nav nîqaşên li ser dagirtina postên wezîran ên vala di hikûmeta Iraqê de pêk tê.
Berdevkê Hikûmeta Iraqê Heyder Ebûdî îro (Yekşem, 14ê Hezîrana 2026an) ji K24 re diyar kir ku armanca sereke ya serdanê têkiliyên aborî ne.
Ebûdî got, "Xala sereke ya rojeva hevdîtinên Serokwezîr ên li Washingtonê wê pêşxistina têkiliyên Bexda-Washingtonê û aktîvkirina Peymana Çarçoveya Stratejîk be, ku gelek waran ji ewlehiyê bigire heya kontrola çekan vedihewîne."
Serdan xwedî aliyekî aborî yê berfireh û herwiha aliyê siyasî ye. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Serokwezîr Zeydî wê bi komek veberhêner û karsazên ji hem hikûmeta federal û hem jî Herêma Kurdistanê re be. Ev şande wê rêze hevdîtinan bi hevpîşeyên xwe yên Amerîkî re bike.