Serokwezîrê Kanadayê Newroz pîroz kir: Newroz nîşaneya pirrengiya me ye

Serokwezîrê Kanadayê Newroz pîroz kir: Newroz nîşaneya pirrengiya me ye

PeyamaKurd - Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney, bi boneya cejna Newrozê peyameke pîrozbahiyê ya germ belav kir. Carney destnîşan kir ku Newroz ji bo bi milyonan mirovên li Kanada û cîhanê, di nav de civakên Kurd, Îranî, Afxan û Asyaya Navîn, sembola destpêkeke nû û hêviyê ye.

“Soza nûjenbûn û geşbîniyê”

Carney di peyama xwe de ya ku duh (20ê Adara 2026an) ji paytext Ottawa belav kir, bal kişand ser rîtuelên vê cejnê û wiha got:

Îro malbat û heval li dora sifreya ‘Heft-şîn’ dicivin da ku xwarinê par ve bikin, helbestan bixwînin û sala nû bi geşbînî pêşwazî bikin. Ev demeke giring e ku mirov li ser kêliyên xweş û mirovên taybet ên di jiyana xwe de bifikire.”

Serokwezîrê Kanadayê bal kişand ser rewşa aloz a Rojhilata Navîn û bandora wê ya li ser welatiyên Kanadayî. Carney diyar kir ku di vê dema “nezelaliya kûr” de, ruhê nûjenî û geşbîniyê yê Newrozê hîn giringtir dibe. Wî tekez kir ku ev rojên ku mirovan tînin cem hev, dikarin bibin çavkaniya aştî û aramiya navxweyî.

Hêza pirrengiya Kanadayê

Mark Carney bal kişand ser rola civakên ku Newrozê pîroz dikin di nav civaka Kanadayê de û wiha domand:

Cejna Newrozê hêza ku ji pirrengiya Kanadayê tê destnîşan dike. Civakên ku Newrozê pîroz dikin, alîkariya avakirina welatekî geştir û xweragirtir kirine.”

Serokwezîrê Kanadayê peyama xwe bi daxwazeke bi Kurdiya Soranî û pîrozbahiyeke germ bi dawî kir: “Cejna Newrozê li hemû kesên ku pîroz dikin pîroz be. Her rojtan Newroz, Newrozetan pîroz.”