PeyamaKurd- Şervanên HSD`ê ala xwe li ser girê Baxozê daçikand. Her wiha şer di navbera şervanên HSDê û çeteyên DAIŞê de didome.
Îro Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) Mistefa Balî ragihand ku jiber parastina giyanê sivîlan yên hêjî li Baxoz dimînin êrîşa li dij DAIŞê hêdî dimeşe, lê ew ê şer di demek nêzîk de bidawî bibe.
Berdevkê HSD herwiha dibeje êrîşa hêzên me hêdî dimeşe ji ber ku hejmarek sivîlan ji aliyê çekdarên DAIŞê ve weke mertalên zindî tên bikar anîn.
HSDê, roja înê dabû zanîn ku piştî derxistina sivîlan wan dest bi êrîşa dawiyê kirîye, lê duşemê berpirsê ragihandina HSDê Mistefa Balî bi rêya twîterê got, hêj hin kesên sivîl di nav destên DAIŞê de mane.
Li aliyê din Rêvebirê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) Ramî Abdurahman bo kenalê Al-Hurra TV da diyar kiriye ku duşemê hejmarek din ji çekdarên DAIŞê xwe radestî HSDê kirine.
Bajarokê Baxozê yê Sûriyê axerîn cihê rêxistina terorê ya DAIŞê ye. Baxoz demeke dirêje di bin dorpêça HSDê û hêzên hevpeymaniyê da ne.
Serokê Amerîkayê Donald Trunp beriya bi 3 rojan ji ser rûpela xwe ya twitterê ragihanibû wan hemû xaka di destê DAIŞê de kontrol kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin