PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku şeva borî komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve êrîşeke berfireh ji bo dagirkirina gundê Mielek û rêya M4ê ku dikeve rojavayê bajarokê Eyn Îsayê pêk anîne û ew êrîş hatiye têkşikandin.
Hat ragihandin ku şervanên HSDê hewldana dagirkirina gundê Mielek û rêya M4 yê 2 km li rojavayê bajaroka Eyn Îsayê ye têkşikandine û di navbera wan de şer rû daye.
Herwiha hat diyarkirin ku HSDê hewldana dagirkirinê têk biriye û di şerê rê daye de jî wesayîteke leşkerî ya çekdaran teqandine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin