3500 lesker çûn Rojhilata Navîn

3500 lesker çûn Rojhilata Navîn

PeyamaKurd-Tevî ku Pentagonê hêj negotiye lê di çapemeniyê de hat gotin ku Amerîka 3500 leşker şandiye Rojhilata Navîn. Hat ragihandin ku leşker ji tumena 82 yem ya ku leşkeran bi balafiran datîne deveran hatine sewqkirin. Herkes bendeye ku di nava rojê de bi wextê Amerîkayê Pentagon agahî bide çapemeniyê. Çavkaniya ragihandinê diçe aliyê TV ya NBC ku ew jî ji çavkaniyên navên wan nediyar ragihandiye.

Nehat gotin ku dê ew leşker li ku derê bên bicîhkirin lê bi îhtîmaleka mezin dê li dewleta Kuweytê bên bicîhkirin. Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Mark Esper berê ragihandibû ku ji heman tumenê 750 leşker şandine Iraqê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin