PeyamaKurd- Şêwrimendê Koşka Sipî John Bolton, di konferansa li payîtexta Perû yê li Lîmayê, di konferansa bi navê “Li Venezuelayê Demokrasî” de axifî. Bolton weha got:
“ Em hişyariyê didin şexsên sêyemîn yên ku dixwazin bi hukumeta Maduro re bixebitin. Gelek bi hezir gavan bavêjin. Ne hewce ye bo ji rejîma riziyayî û ya genî fêde bibînin, berjewendiyên xwe yên bi Amerîka re bixin talûkê.”
Biryarname ya dorpêça ser Venezuelayê, bi navê “Cemidandina heyiyên (mîratên) dewleta Venezuelayê” ji aliyê serokê Amerîkayê Trump de hatibû îmzekirin. Di biryarnameyê de weha tê gotin:
“Malên Venezuelayê yên li Amerîkayê û fêdeyên ku dê ji wan malan werin, hemû hatine blokekirin. Transfera wan nayê kirin, nayên îxrackirin, bi paş de nayên kişandin û bazirganiya wan nayê kirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin