Endamekî Komîsyona Destpakiyê: Avakirina dadgeha gendeliyê gelekî girîng e

Endamekî Komîsyona Destpakiyê: Avakirina dadgeha gendeliyê gelekî girîng e

PeyamaKurd –  Derbarê avakirina dadgeha gendeliyê de, Endamekî Komîsyona Destpakiyê li Parlamentoya Kurdistanê diyar kiriye, avakirina dadgeha taybet bo gendeliyê gelekî baş û girîng e.

Li gor Cîgirê Serokê Komîsyona Destpakiyê li Parlementoya Iraqê Seîd Herkî daye zanîn, dosyeyên gendeliyê li dadgehên giştî dihat nirxandin û lêkolînkirin, ji ber wê jî gelek dereng diket. Loma avakirina dadgeha gendeliyê, pêwîst û girîng e.

Herwiha Seîd Herkî destnîşan kiriye, dadgeha gendeliyê dê bibe sebeb ku dosyeyên gendeliyê zû bên lêkolînkirin û dadgeh jî zû hukmên pêwîst bide. Divê aliyên siyasî piştevaniya wê dadgehê bikin.

Herî dawî Herkî eşkere kiriye, desteya destpakiyê daxwaza avakirina dadgeha gendeliyê kiribû û encumena dadweriyê jî rizamendî nîşan dabû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin