Li 5 bajarên bakur rews krîtîk e: Li nexwesxaneyan cih nema ye

Li 5 bajarên bakur rews krîtîk e: Li nexwesxaneyan cih nema ye

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarên Bakurê Kurdistanê, ji ber zêdebûna nexweşên vîrusa korona Covid-19 cih li nexweşxaneyan nema ye. Bi taybet piştî ku serê meha Hezîranê tedbîrên bo rêgiriya koronayê hatin sistkirin, li 5 Bakurê Kurdistanê yên; Diyarbekir, Dîlok, Wan, Batman û Mêrdînê hejmara pêketiyên Covid-19 gihîşt lutkeyê.

Seroka Odeya Bijîşkan ya Diyarbekirê Dr. Elîf Turan ragihandiye ku li wan bajran li nexweşxaneyan cih ji nexweşên Covîd-19ê nema ye û gelek nexweş li mal têne dermankirin.

Dr. Elîf Turan ji K24ê re gotiye, tedbîrên şexsî têrê nakin; divê dewlet tedbîrên berfirehtir bigire.”

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Dr. Fahretîn Koca jî çend roj in dubare dike ku li Diyarbekir û Rihayê hejmar zêde bûne.

Seroka Odeya Bijîşkan ya Diyarbekirê Dr. Elîf Turan dibêje, rêveberiya tenduristiya bajêr bi saziya wan re daneyên fermî parve nake lê li gorî daneyên li ber destê wan rojane nêzî 300 welatiyan bi koronayê dikevin.

Li gorî amerên ku serokên odeyên bijîşkên bajarên Bakurê Kurdistanê parve dikin, li Dîlokê rojane pişkinîna 300-350 welatiyan pozîtîf derdikeve û li nexweşxaneyên Dîlokê nêzî hezar û 500 nexweş hene.

Li Mêrdînê ji 5 hezaran zêdetir halet hatine tomarkirin. Li Wanê rojane testên nêzî 200 kesan pozîtîf derdikeve.

Herwiha li Batmanê jî ji destpêkê heta niha 6 hezar û 500 kes bi koronayê ketine.

Doktor hişyarî didin ku divê zêdetir test werin kirin û pêketî baş werin karantînekirin da ku di mehên zivistanê de hejmara pêketiyan zêdetir nebe.

Li gorî amarên fermî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê heta niha 244 hezar û 392 kes bi vîrusa koronayê ketine, 5 hezar û 891 kesan bi wê nexweşiyê can daye û      227 hezar û 89 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin