PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Rûsyayê derbarê êrîşa moşekî ya Îsraîlê ku şeva borî li paytexta Sûriye Şamê pêk anîbû de, ragihand ku 4 leşkerên Sûrî hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.
Wezaretê herwiha diyar kir ku sîstema parastina hewayî ya Sûriyê, bêhtirî 30 fuzeyên kruz û moşek beriya bigihin armancên xwe ruxandine.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rûsyayê êrîşa Îsraîlê şeva borî ji demjimêr 02:11 heta 02:56an berdewam kiriye.
Artêşa Îsraîlê jî dema êrîşê ragihandibû ku ew armancên Feylaq el Qûds ên girêdayî Îranê bombardiman dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin