PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 21 kesan ji vîrûsa koronayê can daye û 516 kesên din jî pê ketine.
Li gorî daxuyaniya 27ê Îlonê ya Wezareta Tenduristiyê di nav 24 demjimêrên borî de, 516 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 191 kes li Hewlêrê, 93 kes li Silêmaniyê, 27 kes li Germiyanê û 176 kes li Duhokê, 29 kes li Helebceyê ne.
Herwiha 21 kes jî ji vîrusa koronayê mirine ku 5 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Germiyanê û 9 kes li Duhokê ne.
Bi van amarana re hejmara giştî ya pêketiyan li seranserê Herêma Kurdistanê gihîşt 45 hezar û 731 kesan ku Hewlêr 16 hezar û 858 kes, li Silêmanîê 15 hezar û 792 kes, li Duhokê 11 hezar û 477 û li Helebce jî 1604 kes in.
Mirin: 1671 (Hewlêr: 557, Silêmanî: 847, Duhok: 236, Helebce: 31)
Başbûn: 29422 (Hewlêr: 13445, Silêmanî: 10014, Duhok: 4470, Helebce: 1493)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin