PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo welatiyên derziyên koronayê Covid-19 li xwe dane bikaribin bi serbestî geştê bikin, karta derziya koronayê dabîn bike.
Berdevkê Wezareta Tenduristiya Kurdistanê As Hewezî da xuyakirin, hemû xebatên wan ji bo kesên bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê geştê bikin temam bûne û wê ji bo kesên her du dozên derziya koronayê li xwe dane kart bêne amadekirin.
Hewêzî da zanîn ku wê li ser kartan barkod hebe û hemû agahiyên wan welatiyên derzî li xwe dane tê de cî bigire ku navê her du dozên derziya li xwe dane jî tê de hebe.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku wê hemwelatî di demeke kurt de bikarin kartên xwe ji cihên pêwendîdar bistînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin