PeyamaKurd - Li ser operasyona ‘Pencê Piling’ ku Tirkiye li Başûrê Kurdistanê li hemberî PKKê pêk tîne, Rêveberîya Peywendîyan Serokatîya Tirkiyê, li ser hesabê xwe yê Tiwîttirê da, nexşeyek belav kir û tê da rewşa giştî ya operasyonên li sînorê Başûrê Kurdististanê û hemû Iraqê, ji 6ê Tîrmeha 2020an heta niha nîşan daye. Di nexşeya operasyonê da, ji ber Herêma Kurdistanê cuda hatibû nişan dan, bû cihê nîgeranîya endama parlemeneka dijber a ‘Partiya Baş’.
Aytun Çîray, endama perlemenê ‘Partiya Baş’ e û herwiha seroka komîteya sîyasetên ewlehîya nîştîmanî ya perlemanê ye, hişyarî da ji bo metirsîya vê nexşeyê û amaje kir, ku belavkirina nexşeyeke dabeşkirina Îraqê ji aliyê Serokatiya Peywendîyan, dibe sedema ku dewletên din jî nexşeyên mîna vê li ser Tirkiye rewa bibînin.
Çîray li ser hesabê xwe yê di Tiwîttirê da tekez kir, belavkirina nexşeyeka dabeşkirina Îraqê berevajkî helwesta Tirkiyê ya li ser pabendbûna yek perçeyiya axa Iraqê.
Herwiha diyar kir: Ger aliyekî fermî nexşeyeka weha belav bike; ev dibe karekê gelek metirsîdar.
Dezgehên ragehandinên Tirkiyê eşkera kiribûn ku, Rêveberiya Peywendîyan a Serokatiya Tirkiyê, nexşeyeka Iraqê belav kiriye û tê da cihên hêzên xwe li yên Bakurê Îraqê heta niha destnîşan kirine, herwiha cihên PKKê.
Piştî berteka parlemen Çiray, nexşeya ku Herêma Kurdistanê cüda hatibû nişandan hate rakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin