PeyamaKurd - Serokê Partiya Komûnîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyûrek li Amedê hate desteserkirin. Li Enqereyê jî 11 kes bi tohmeta propogandaya PKKê hatin desteserkirin.
Hat zanîn, li Amedê îro berbangê polîsên li dijî terorê bi ser mala Serokê Partiya Komûnîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyûrek de girtiye û ew desteserkiriye.
Heta niha sedema destserkirina Sînan Çîftyûrekî nehatiye eşkerekirin û li Rêveberiya Asayîşa Amedê lêpirsîna wî didome.
Ji aliyekî din ve li Enqereyê jî 11 kes bi tohmeta li ser medyaya civakî propogandaya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kirine, li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hatin desteserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin