PeyamaKurd - Terorîstên DAIŞê li Xaneqînê êrîşî hêzên Pêşmerge kirin û di encamê de 3 Pêşmerge şehîd ketin û 2 Pêşmerge jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku, duh bi şev li gundê Deke yê Xaneqînê, çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê êrîşî hêzên Pêşmerge kirin û 3 Pêşmerge şehîd ketin û 2 Pêşmerge birîndar bûn.
Destpêkê terorîstên DAIŞê bi hawanan êrîşî Lîwaya 3yemîn a hêzên Pêşmerge kir û piştre jî êrîşî kirin, lê hêzên Pêşmerge ew êrîş têkşikandin.
'Êrişa DAIŞê hat têkşikandin'
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, şeva bûrî çekdarên DAIŞê li Xaneqînê êrîşî ser Lîwaya 3 a hêzên Pêşmerge kir, hejmarek Pêşmerge şehîd û birîndar bûbûn. Di encamê de ew êrîşa DAIŞê hatiye şikandin.
'Hêzên Pêşmerge di amadebaşiya de ye'
Wezareta Pêşmerge parastina xelkê Kurdistanê dike û radigihîne, ji bo parastina xelk û xaka Kurdistanê û tunekirina teror û teroristan hêzên Pêşmerge di amadebaşiya de ye,
Wezaretê berê jî çend caran ji ber serîhildana DAIŞê li çend navçeyan hişyarî dabû Hevpeymaniya Navdewletî, ev êrîşên niha jî wê hişyariyê piştrast dike.
Wezareta Pêşmerge daxwaz ji Hevpeymanan dike, piştevanî û hemahengiya xwe bi hêzên Pêşmerge re zêdetir bike, ji bo rêlibergirtin û serhildana hêzên terorist.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin