PeyamaKurd- Sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, li ser mijara operasyonên Tirkiyê bo Başûrê Kurdistanê got ku hêviya wan ew e ku Ankara û Bexda raste rast di nava hevkariyê de bin.
Jens Stoltenberg, berya ku civîna wezîrên bergiriyê yên dewletên NATO yê destpêbike, civînekê lidarxist û li ser pirsa operasyonên Tirkiyê ku li başûrê Kurdistanê dike, weha got:
“Ez hêvî dikim ku operasyon bi hevkarî û dan û sitendina navbera Bexda û Ankara bibin.”
Di mijara “Xetta Akım Boru 2” de got ku di navbera endamên NATO yê de, ferqa fikr û ramanan heye. Lê mijara ku ew li serê radiwestin, bergirî û asayişe. Hemû li ser van mijaran dixebitin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin