PeyamaKurd - Li Iraqê piştî hilbijartinên 12ê Gulanê hat îdiakirin di hilbijartinan de hîle çêbûye û biryar hat dayîn ku ray cardin bên jimartin. Piştî van geşedanan li welêt hikûmet hê ava nebûye û ev jî dibe ku bibe sedema valahiyeke qanûna bingehîn.
Li gor qanûna bingehîn wezîfeya parlamentoyê ya 4 salan di 1ê Tîrmehê de diqede, lê meclisê biryar da ku dema destûra qanûnçêkirinê bê dirêjkirin. Ev biryar ji ber hinceta "ne qanûnî ye" ji hêla hiqûqnasan va tê rexnekirin.
Mijareke din a ku li serê nîqaş tê kirin jî piştî 1ê Tîrmehê ji hêla hikûmeta Heyder Îbadî va valahiyeke qanûna bingehîn wê çêbibe.
Li gor qanûnên Iraqê çaxê ku dema wezîfeya parlamentoyê diqede hikûmet dikeve nav valahiyeke qanûna bingehîn, lê hin hiqûqnas vê qebûl nakin.
Serokwezîr Îbadî di civînên xwe yên çapemeniyê de dibêje "Heta dadgeha qanûna bingehîn encamên hilbijartinê pesend bike, valahiyeke qanûna bingehîn wê çênebe. Hikûmet dê wezîfeya xwe bidomîne."
Ji ber hinceta di hilbijartinên 12ê Gulanê de hîle hatiye kirin Meclisa Iraqê di 6ê hezîranê de biryar dabû ku hemû ray bi destan bên jimartin.
Parlamentoyê ji bilî vê biryar dabû rayên hêzên ewlehiyê yên li Herêma Kurdistanê, rayên li dervayî welêt hatine bikaranîn û rayên penaber lê dijîn bên betalkirin. Partiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê bertek nîşanî vê biryarê dabûn û ev mesele heta dadgeha qanûna bingehîn çûbû.
Dadgehê biryar dabû ku ray car din bên jimartin, lê ji bo biryarên din ên ku di parlamentoyê de hatine qebûlkirin negot bila bê betalkirin û betalkirinê wek "dijî mafên qanûna bingehîn" bi nav kir.
Li ser van îdiayan Wezîrê Ceyranê yê Iraqê Qasim Fehdawî got yekî mîna Serokomarê Misirê Ebdulfettah es-Sîsî dikare li Iraqê vê valahiya rêvebiriyê ji holê rake, hewcedarî bi vê heye.
Pisporê Hiqûqê yê Iraqê Dr. Tariq Herb diyar kir ku li gor qanûna bingehîn wezîfeya parlamentoyê 4 sal in û wiha dewam kir: "Ji bilî vê çi dibe bila bibe dirêjkirina dema destûra qanûnçêkirinê ne li gor qanûna bingehîn e. Ji bo vê divê qanûna bingehîn bê guherandin. Rûniştina ewil a Parlamentoyê di 1ê Tîrmeha 2014an de hat kirin, girtina wê jî wê di 1ê Tîrmeha 2018an de bibe."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin