PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê 573 kes bi vîrûsa Koronayê ketine û 27 kesan jî can dane.
Li gor Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir; di 24 saetên borî de 573 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 161 kes li Hewlêrê, 102 kes li Silêmaniyê, 260 kes li Duhokê, 14 kes li Helebceyê, 30 kes li Germiyanê, 6 kes li Raperînê ne.
Herwiha hat destnîşankirin, 27 kesan ji ber vîrûsa Koronayê can dane, ji wan 7 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 9 kes li Duhokê û 2 kes li Raperînê ne û heta niha 398 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne.
Amarên giştî: Pêketin: 89029, Mirin: 2815, Başbûn: 54856
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin