PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di şerê Qerebaxê yê navbera Azerbeycan û Ermenistanê de rojnamevanekî Kurd tevî 3 hevkarên xwe yên Fransî birîndar bûn.
Rojnamevan Alan Keval ku welatiyê Fransayê ye û ji rojnameya “Le Monde” re kar dike, ligel 3 hevkarên xwe di topbaranekê de li bajarê Marton ê Qerebaxê birîndar bûn.
Komîteya Parastina Rojnamevanan ragihandiye ku Alan Keval û hevkarên wî, piştî birîndar bûn, ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin û niha rewşa wan ya tenduristî baş e.
Bavê Alan Keval Kurd e û diya wî jî fransî ye ku beriya niha jî di şerê li dijî DAIŞê de li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê kar kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin