Ve carê berfa nîsanê li Geverê bariya

Ve carê berfa nîsanê li Geverê bariya

PeyamaKurd- Li her derî barana nîsanê dibare lê li navçeya Geverê ya bi ser Hekkariyê, berfa nîsanê dibare. Bi sedema barîna berfê rêya 6 gund û mezrayan ji berfê hat girtin.

Hefeteyekiye ku li Geverê baran dibariya lê vê êvarê berfê destpêkir. Li nava bajêr berfa zêde nîne li ciyên berz qaliniya berfê heya 15 cm yan derketiye.

Tîmên bi ser rêvebiriya taybet yên dewletê bo vekirina rêyên gundan dest bi xebatê kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin