PeyamaKurd - Berdevkê Civata Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Robert Colville, di daxuyaniyekê de ji ber êrîşa Til Rifetê Tirkiye bi kuştina 10 sivîlan ku 8 jê zarok bûn tawanbar kir.
Colville herwiha da zanîn ku ji dema peymana di navbera Amerîka û Tirkiyê ya di 17ê Cotmehê de, komiseriyê bilindbûna êrîşên bi erebeyên bombebarkirî li herêmên ku tê de şênî hene, wek sûkên li Hesekê, Reqa û Helebê tomar kirine.
Komiseriyê destnîşan kiriye ku ev binpêkirin wê xwe bigihînin sînorê bêserûberî û binpêkirina xeter a qanûna mirovî ya navdewletî û tawanên şer.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin