PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku 50 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî wefat kiriye.
Li gorî daxuyaniya Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa di nav 24 demjimêrên borî 2 kesan li Hesekê ji ber vîrusa koronayê can daye û bi tevahî li Rojavayê Kurdistanê 50 kesên din jî pê ketine.
Hat diyarkirin ku ji 50 kesên bi koronayê ketine; 4 kes li Hesekê, 6 kes li Qamişlo, 5 kes li Dêrikê, 1 kes li Rimêlanê, 3 kes li Kobanê, 20 kes li Tebqayê, 2 kes li Reqayê, 6 kes li Minbicê û 2 kes li Dêrezorê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku di nav rojekê de tenê kesek ji nexweşiyê baş bûye.
Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên Covid-19 gihîşt 8203 kesan, ya mirinan bû 282 kes û heta niha 1158 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin