Rûsya | Êrîskarekî xwe li ber avahiya FSBê teqand

Rûsya | Êrîskarekî xwe li ber avahiya FSBê teqand

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 11ê Kanûnê li pêş avahiya ewlehiya federal a Rûsyayê (FSB) êrîşeke xwekujî pêk hatiye û herî kêm 2 kes birîndar bûne.

Ajansa Interfax a Rûsyayê bi zarê çavkaniyekî ewlehiyê ragihandiye ku xwekujekî li pêşiya avahiya Ewlehiya Federal a başûrê Rûsyayê xwe teqandiye û di teqînê de 2 kes birîndar bûne.

Heman çavkaniyê daye xuyakirin ku li gorî zanyariyên destpêkê, ji aliyê kesekî nenas ve teqîn pêk hatiye û cihê bûyerê jî hatiye dorpêçkirin.

Li gorî ragihandina ajansê, beriya teqînê, xwekuj nêzî komeke rayedarên ewlekariyê yên li deriyê têketina avahiya Ewlehiya Federal bûye û bi diruşma “Ellahu Ekber” xwe teqandiye.

Herwiha li gorî hin çavkaniyan jî êrîş li dijî avahiya FSBê ya Çerkezyayê pêk hatiye û cîgirê tiba edlî ya wezareta navxwe ya Çerkezyayê jî di êrîşê de hatiye kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin