DAISê dîsa êrîsî kêlgeha petrolê Bay Hesen ya li Kerkûkê kir

DAISê dîsa êrîsî kêlgeha petrolê Bay Hesen ya li Kerkûkê kir

PeyamaKurd Li kêlgeha petrolê Bay Hesen ya li Kerkûkê, DAIŞê dîsa êrîşek pêk anî, polîsek kuşt û yekî din jî birîndar kir.

Li gor çavkaniyên xwecîhî, îro berbangê hejmarek ji çekdarên DAIŞê êrîşî ser kêlgeha Bay Hesen li bakurê rojavayê Kerkûkê kir û di encamê de polîsek hat kuştin û yekî din jî birîndar bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya niha çend caran êrîşî ser kêlgeha Bay Hesenê kiribûn û bîrên petrolê teqandibûn, di encamê de jî hinaredekirina petrolê jî dihat rawestandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin