PeyamaKurd- Li ser tixûbê Iraq û Sûriyê li herêma Baac û Cezîrê IŞÎD tevgerên xwe didomîne û ev jî Êzîdiyên Şingalê dixe nava tirsê de.
Li gorî agahiyan çekdarên IŞÎDê li ser tixûbê Iraq û Sûriyê careke dî dest bi bazara çek û sîleh û neftê kirine û vê herêmê wekî derbasgeh bi kar tînin.
Rêvebirê navçeya Sinûnê Naîf Seydo ragihand ku IŞÎD li herêma Baac û Cezîrê çalak e û Şingal jî di bin tehdîda wan de ye.
Seydo wiha dewam kir: “Divê Êzîdiyên herêmê hay ji xwe hebin û li hêzên ehlehiya Iraqê jî ewle nebin. Lewra hêzên ewlehiya Iraqê rojekê li vir in, yekê na.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin