Li Fransayê bi deh hezaran kes dîsa daketin kolanan

Li Fransayê bi deh hezaran kes dîsa daketin kolanan

PeyamaKurd - Li seranserê Fransayê di gera şeşem a xwepêşandanên li dijî bihabûnê û ji bo baştirkirina sîstema perwerdeyê de bi dehan hezar kes daketin kolanan.

Li gorî daxuyaniya fermî ya Wezareta Navxwe ya Fransayê, di xwepêşandanên li seranserê welat de nêzîkî 82 hezar û 500 kes û li Parîsa paytext jî 21 hezar û 500 kes beşdar bûn.

Sazkarên çalakiyê jî diyar kirin ku li seranserê welat 150 hezar û li Parîsê 45 hezar kes beşdar bûn.

Xwepêşandanên ku sendîka, rêxistinên ciwanan û çalakvanên Êlekzeran jî tevlî bûn, li Parîsê li Meydana Komarê (Place de la République) dest pê kir û ber bi Meydana Neteweyê (Place de la Nation) ve çû.

Çalakvanan daxwaza baştirkirina xizmetên civakî û perwerdeyê kirin, dirûşmên li dijî leşkeriya neçarî, nijadperestî û tundiya polîsan berz kirin.

Li bajarê Bordeauxê 17 kes hatin desteserkirin û li Lyon û Montpellierê jî pevçûn di navbera polîsan û xwepêşanderan de derketin.