Li Fransayê bi hezaran kes dadikevin kolanan

Li Fransayê bi hezaran kes dadikevin kolanan

PeyamaKurd - Li Fransayê kedkar, karmend û ciwan, îro (5ê Mijdarê) bi armanca zêdekirina mûçeyan, parastina xizmetên cemaweriyê û li dijî bihabûna jiyanê tevlî grev û xwepêşandanan dibin.

Yekîtiya sendîkayan a ku ji CFDT, CGT, FO, Unsa û FSUyê pêk tê, banga vê çalakiya neteweyî kiribû û li sernaserê welêt nêzîkî 252 çalakî û meş hatine plankirin.

Li gorî texmînên rayedaran, tenê li paytext Parîsê di navbera 40 hezar û 80 hezaran de, û li bajarên din jî bi sed hezaran kes dakevin kolanan.

Ji ber van çalakiyên girseyî, Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Laurent Nunez ragihand ku li seranserê welêt 70 hezar polîs û cendirme hatine erkdarkirin.

Berdevkê hikumetê Maud Bregeon jî destnîşan kir ku ew ê destûrê nedin çalakiyên tundiyê û dewlet di nava tedbîrên herî bilind de ye.

Ev xwepêşandan piştî zincîra çalakiyên cotmehê tê lidarxistin û tê payîn ku di dawiya mijdarê de li gelek welatên Ewropayê jî li dijî bihabûnê çalakiyên koordînekirî werin lidarxistin.