PeyamaKurd – Rêxistina navdewletî ya ku dereca krediya welatan rave dike, Fitch, bi sedema xerabûna rewşa dînamîkên deynan yê Fransayê, notê Fransayê kir negatîv. Berê, notê Fransayê “stabil” bû û ji stabiliyê kir “negatîv”.
Fitchê ragihand ku rewşa darayî û perçebûna siyasî ya Fransayê, derbê li bendeyên aramiya deynan ya Fransayê xistiye.
Fitch, di ravekirina meha Tebaxê û heya niha dibêje ku pêşdeçûna Fransayê qels bûye, maliyeta deynan zêde bûye û budçe bêhtir deyndar bûye. Rêxistin her weha balê dikşîne ser rewşa siyasî ya Fransayê û dibêje:
“Xizmetên giştî û maliyeta protestoyan yên li ser jiyanê, civakê bêhtir tevlihev kiriye.”