PeyamaKurd - Li seranserê Fransayê tevgera "Êlekzeran" amadekariyê dike ku roja 17ê Cotmehê li zêdetirî 1000 deveran dakeve kolanan. Xwepêşander li dijî bihayiya jiyanê, zêdebûna nirxê sotemeniyê û siyaseta aborî ya Serokomar Emmanuel Macron çalakiyan li dar dixin.
Tê çaverêkirin ku xwendekarên lîse û zanîngehan jî tevlî van xwepêşandanan bibin û li gorî nirxandinên îstixbaratê dê bi deh hezaran kes beşdarî çalakiyan bibin.
Tevgera Êlekzeran ku yekem car di sala 2018an de dest pê kiribû, berê rastî mudaxeleyên gelekî dijwar ên polîsên Fransayê hatibû.
Di xwepêşandanên Parîs û bajarên din de li hemberî çalakgeran midaxeleyên tund hatibûn kirin.
Di encama van bûyeran de 11 kesan jiyana xwe ji dest dabû, bi sedan kes birîndar bibûn û gelek çalakgeran jî endamên xwe yên laşî yên mîna çav û destan ji dest dabûn.