PeyamaKurd – Rêberê olî yê şîeyên Iraqê Ayetullah Sîstanî, îro înê derbarê xwepêşandanên protestokirina hikûmeta Bexdayê de peyamek weşand.
Sîstanî di peyama xwe de, bang li Serokomar Berhem Salih, Serokwezîr Adil Ebdulmehdî û Serokê Parlamena Iraqê Muhammed Helbûsî kir û xwest, daxwaziyên gelê Iraqê demûdest li ber çavan bigirin û reformên rastîn pêk bînin.
Sîstanî herwiha tundiya li dijî xwepêşanderan a hêzên ewlekariyê jî bi tundî şermezar kir û rexne li hikûmeta Iraqê girtin.
Sîstanî bal kişand ser ku dibe protesto bi awayekî demkî bidawî werin, lê heger guherînên rastîn çênebin dê dîsa dest pê bikin.
Ayetullah Sîstan xwest ku kesên gendelî kirine radestî edaletê bên kirin û pereyên gel jî li wan were vegerandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin