PeyamaKurd- Siûdî Erebîstanê, ji bo ku PYD wê yekîneya muhafizên hudûdan pêk bîne alîkarî da PYDê.
Baladi-News”a ku nêzîkî muxalîfên Sûriyê ye, îdda kir ku PYD li hidûdê Sûriye-Iraqê li Yarubiyê, “Muhafizên Hidûdan” ava dike. Ji bo vê yekê PYDê dest bi xebatan kiriye û leşkeran ji bo van yekîneyan qeyd dikin.
Li gorî agahiyan, leşkerên ku werin qeydkirin, wê 2 salan wezîfê bikin û 200 dolar meaşî bistînin.
Hat ragihandin ku ji bo van xebat û tevgeran Siûdî Erebîstanê alîkariya maddî daye PYDê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin