PeyamaKurd – Li seranserê dinyayê ji ber gelek koçber diçin welatên Awrûpayê û hinek ji wan rêya wan di ser Macaristanê û Slovakyayê de derbas dibe, Slovakya biryarê da ku leşkeran li ser sînorê navbera xwe û Macaristanê deyne. Biryara têkoşîna bi koçberiyê re îro di encumena wezîran hat munaqeşe kirin û biryarê dan. Hukumetê biryarê da û got ku kontrola polîs tenê têr nake û wê polîs bi leşkeran bê xwurtkirin.
Berdevka wezareta karên hundir ya Slovakyayê Martina Koval Kakascikova, ragihand ku daxwaz ji hêzên polîs hatiye û piştî niqaşa li ser daxwazê, me daxwazê qebûl kir. Wê heya 15.12.2022 an li ser sînor 200 leşker wezîfe bikin.
Leşkerên ku bên wezîfedarkirin, wê xwediyê tecrubeyên berê bin û ji her 12 sietan carekî wê nobedariya wan bê guhertin.
Di demên dawiyê de nisbeta koçberên ku diçûn Slovakyayê %214 zêdetir bû bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin