9.561 pêketiyên Kovid-19 ê û 72 wefat çêbûn

9.561 pêketiyên Kovid-19 ê û 72 wefat çêbûn

PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Tirkiyê tabloya pandemiyê ya îro belav kir. Li gor tabloyê şirovekar dibêjin ku rewş gelek xetere û tablo xelkê xistiye nava endîşeyan. Li gor wezaretê îro 9.561 pêketiyên nû hene û ji ber pandemiyê 72 kes wefat kirine. Reqemên tabloyê bi giştî wehanin:

32.684.194 test heya îro hatine kirin.

  2.665.194 test heya îro posîtîv derketine.

       28.285 nexweş heya îro wefat kirine.

         1.200 nexweşên halgiran hene.

  2.540.293 nexweş heya îro baş bûne.

     124.015 test îro hatine kirin.

         9.561 testên îro posîtîv derketine.

            660 nexweşên îro hene.

              72 nexweş îro wefat kirine.

         5.297 nexweş îro baş bûne.

          %4.2 di nexweşan de zaturye heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin