Snowden: Facebook wek sîrketek îstîxbaratê kar dike

Snowden: Facebook wek sîrketek îstîxbaratê kar dike

Edward Snowden, ku xebatkarekî îstîxbarata Amerîkayê CÎA û NSA bû û piştî eşkerekirina hinek sirrên dewleta Amerîkayê bazda û koçberî Rûsyayê bû, di Twîtterê de daxuyand ku Facebook wek şîrketek îxtîxbaratê kar dike û agahîyên taybet yên ku endamên Facebookê di malperên xwe de diweşînin, didize û bi peran difroşe.

Snowden, yê ku daxuyand ku Facebook a ku navên wek “Sosyal Medya“ li xwe dike xapandinek e û got: “Şirîkê Facebookê Cambrîdge Analytîca di 20014an de agahdarîyên 50 milyon endamên Facebookê dizîn û ew bi peran firotin. Di vê skandal û sosretê de Facebook ne ne qurban, lê şirîkê guneh bû“.

Snowden, anî zimên ku heyamekê kesên agahdarîyên taybet didizîn û difrotin wek şîrketên îxtîxbaratê dihatin binavkirin. Lê niha xwe bi navên wek Medya Civakî (Sosyal Medya) derdixin pêş.

Z.B

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin