Tirk li pey sernîgûnkirina Welîehd Bin Selman in!

Tirk li pey sernîgûnkirina Welîehd Bin Selman in!

PeyamaKurd - Dewleta Erebistana Siûdiyê herçiqas der barê rojnamevanê welatiyê xwe Cemal Kaşikçi de daxuyaniyan dide û gavan diavêje jî Tirk ji roja pêşî ve yek tiştî dibêjin "Emir ji herî jor ve hatiye dayîn" û Welîehd Bin Selman îşaret dikin.

Îro careke din Berdevkê Serdozgeriya Siûdiyê Şelan eş-Şelan li paytext Riyadê daxuyaniya çapemeniyê da û diyar kir ku cinazeyê Kaşikçi li konsolosxaneyê hat perçekirin û derxistin.

Şelan destnîşan kir gihîştine dîmenên texmînî yê hevkarê xwemalî ku cinazeyê Kaşikçi danê û wiha got: "Ji kesên ku di bûyera kuştina Kaşikçi da tên tawanbarkirin yekî kamerayên li konsolosxaneyê xirab kirin."

Berdevkê Serdozger Şelan eş-Şelan daxuyand derketina dervayê welêt yê Misteşarê Dîwana Qraliyetê yê berê Siûd el-Qehtanî hat qedexekirin.

Şelan diyar kir alîkarê berê yê serokê îstixbaratê Ehmed el-Asîrî emir daye ku tîma kuştina Kaşikçi were damezirandin û fermana kuştinê bi destê serokê ekîbê hatiye dayîn û got ku di bûyera kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî da ji bona 5 kesan îdam hat xwestin.

Şelan destnîşan kir di bûyera Kaşikçi da ji 21 gumanbarî der barê 11 kesan da dosyeya dozê hat amadekirin û şandin dadgehê.

Lê belê Tirkan li ser vê careke din helwesta xwe ya diyar dubare kir. 

 Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu der barê vê mijarê de wiha got: "Divê yên telîmat dane û kesên ku di rastiyê de emir dane derxin meydanê. Divê ser vê pêvajoyê wiha neyê girtin. Em ê vê meseleyê teqîb bikin."

Çavuşoglu got ku "divê bibêjim ku hin daxuyanî ez qane nekirim."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin