Rûsya | Hezar û 74 xwepêsanderên muxalîf hatin binçavkirin

Rûsya | Hezar û 74 xwepêsanderên muxalîf hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Di xwepêşandanên dijî hikûmeta Rûsyayê de ku bi sedema qedexekirina namzediya 57 kesayetên muxalîf di hilbijartinên herêmî de, polîsan mudaxeleyeke tund li xwepêşanderan kir.

Rêveberiya Rûsyayê hilbijartinên herêmî yên meha îlonê tên encamdan, wekî hilbijartineke negirîng dihesibîne, lê li hemberî xwepêşanderên muxalîf jî helwesteke tund nîşan da û di xwepêşandanên doh li Moskowê birêveçûn de li gorî amarên fermî hezar û 74 kes hatin binçavkirin û gelek kes jî hatin derbkirin.

Xwepêşandan li dijî qedexekirina namzediya 57 kesên muxalîf bo hilbijartinên herêmî hatin lidarxistin û ew biryara hikûmeta Rûsyayê hat protestokirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin