PeyamaKurd – 28ê Gulana 2019an, roja Sêşemê Parlamentoya Herêma Kurdistanê duyem serokê Kurdistanê namzetê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî ji nav 81 dengên parlamentaran bi 68 dengan hilbijart.
Bi hilbijartina seroktiyê ya Nêçîrvan Barzanî re ji Neteweyên Yekbûyî (NY), Amerîka, welatên Yekîtiya Ewropa (YE), Tirkiye û gelek welatan peyamên pîrozkirinê hatin dayîn.
Dîsa gelek kesayetên cîhanê, partiyên Kurdistanî û HDPê jî bi peyamên ku belav kirin hilbijartina Nêçîrvan Barzanî bo seroktiyê pîroz kirin.
Hilbijartina Nêçîrvan Barzanî ji aliyê parlamentoyê ve bû nimûneyeke demokrasiyê li Herêma Kurdistanê û li ber çavê cîhanê ew hilbijartin pêk hat.
‘Xiyanetkarên 16ê Cotmehê dîsa li ser kar in'
Li aliyekî pîrozkirina Seroktiya Nêçîrvan Barzanî, lê li aliyekî jî hin derdor ji bo berjewendiyên xwe rexne li Barzanî girtin û ketin hewla reşkirinê. Ew derdorên navlêkirî jî serkêşên xiyaneta 16ê Cotmehê bûn.
Xiyanetkarên 16ê Cotmehê bi daxuyaniyên xwe û li ser medya civakî beşdarnebûna rûniştina parlamenê ya YNK, Komela Îslamî û Nifşa Nû derxistin pêş û anîn wê wateyê ku seroktiya Nêçîrvan Barzanî li Silêmaniyê derbas nabe.
‘Nêçîrvan Barzanî encama derbûna îradeyekê ye’
Lê belê beşdarnebûna wan partiyan sedem her çi be jî nayê wateya ku proseya hilbijartinê dijî ‘Demokrasî û hiqûqê’ ye. Çimkî dengdan û hilbijartina Nêçîrvan Barzanî bi xwe encama derbûna îradeyekê ye.
Ya talî jî Barzanî tevî 4 namzedan bûye berbijêrê seroktiyê û ketiye pêşbirka hilbijartina parlamentoyê. Bi vî awayî jî bi piraniya dengan wekî serok hatiye hilbijartin.
Xiyanetkarê 16ê Cotmehê wekî tê zanîn, li dijî Referandûma Serxwebûna Kurdistanê jî derketibûn û ji bo Kurdistan nebe dewleteke serbixwe bi dijminên xwe re beşdarî kampanyayên ‘Na ji Referandûmê’ re bûbûn.
‘Nêçîrvan Barzanî bihêz bibe, YNK namîne’
Herwiha heman derdor dibêjin, “Heger Nêçîrvan Barzanî bigihe asta nûnertiya Silêmaniyê jî bike, ev ê were maneya nemana YNKê li Silêmaniyê.”
Ev nêzîkatî jî vê rastiyê derdixe holê ku bi hêzdarbûna Nêçîrvan Barzanî re, dê dawî li berjewendiyên şexsî yên derdorên simsar û xiyanetkar were. Ev rastî jî tê wateya fermana tunebûna wan derdoran.
‘Divê PDK nexşerêyeke nû çêke’
Şeva 30yê Gulanê li Kerkûkê li pey hev çend rêzeteqîn çêbûn ku gelek kesan can da û hejmarek zêde hemwelatî jî birîndar bûn.
Di vê bûyera xembar û xeternak de bêguman sûcê koma xiyanetkar a ku Kerkûk radest kir û hişt Pêşmerge derkeve eşkere ye. Awayê van teqînan ku li pey hev rûdane îsbata hebûna pirsgirêka ewlekariyê ye li Kerkûkê.
Ev xiyanetên wan derdorên xiyanetkar ji heyama referandûma Kurdistanê ve berdewam dikin. Divê êdî PDK jî li xwe vegere, ne çalakbûna xwe ya li Silêmanî û Germiyanê bi hûrî binirxîne û nexşerêyeke nû bo wan herêman deyne ber xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin