SOHR: Çekdarên bi pistgiriya Tirkiyê ji derdora Minbicê vekisiyan

SOHR: Çekdarên bi pistgiriya Tirkiyê ji derdora Minbicê vekisiyan

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku komên çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevana wan e, ji derdora Minbicê vekişiyane û derbasî Idlibê bûne.

Rawengeha Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku komên çekdarên bi piştgiriya Tirkiyê li rojavayê Minbicê bi cih bûbûn, vegeriyan Idlibê.

Herwiha SOHRê da zanîn ku di navbera wan hêzan û HSDê de pevçûn çêbûne û niha rewşa aram bûye.

SOHRê herwiha daxuyakirin ku 250 şervanên YPGê ji nav Minbicê derketine û hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Ceyş el-Siwar li nav bajêr mane.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin