SOHR: Di çar rojan de piraniya wan Elewî 1383 sivîl hatin kuştin

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di şerûpevçûnên 4 rojan de li bajarên beravên Sûriyê 1383 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.
SOHRê ragihand ku di navbera hêzên ewlehiyê û hêzên girêdayî Esadê hilweşandî de, di şerên li Lazikiyê û Tartûsê ku 4 rojan dom kirine de, herî kêm 1383 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî amarên nû yê SOHRê, di şerên ji 6-10ê Adarê yên li peravên Deryaya Spî yên Lazikiyê û Tartûsê de herî kêm 1383 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û piraniya wan Elewî ne.
Hate gotin ku piraniya termên wan li erdên çandiniyê an jî li malan hatine dîtin.
Hat diyarkirin ku windahiyên dawî li bajarên beravê yên Lazikiyê û Tartûsê û li Hema ya cîran hatine tomarkirin. Li gorî hejmarên fermî, di şer û pevçûnan de herî kêm 231 personelên ewlehiyê yên rêveberiya Şamê jiyana xwe ji dest dane, lê li gorî Çavdêriyê, ji hêzên Esad jî 250 kes hatine kuştin.
Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.




