SOHR: Di meha Îlonê de 147 ji wan sivîl 282 kes hatin kustin

SOHR: Di meha Îlonê de 147 ji wan sivîl 282 kes hatin kustin

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di nav meha Îlona 2022an de, 147 ji wan sivîl 282 kes li deverên cuda yên Sûriyê hatine kuştin.

Di rapora SOHRê de hate diyarkirin ku di meha Îlona borî de 147 sivîl li deverên cuda yên Sûriyê hatine kuştin ku ji wan 26 kes zarok û 17 jî jin in.

SOHRê diyar kir, 41 leşkerên rêjîma Sûriyê, 20 çekdarên kom û mîlîsên girêdayî Şamê, 12 çekdarên DAIŞê, 19 kes ji komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê, 5 cîhadîst, 31 şervanên HSDê, 2 leşkerên Tirk û 5 kesên din ên nenas hatine kuştin.

SOHRê bang li aliyên navdewletî jî kiriye ku bi cidî û bi berdewamî kar ji bo rawestandina şer û pevçûnan û rijandina xwîna gelê Sûriyê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin