PeyamaKurd - Rewangeha Mafê Mirovan Sûriyê (SOHR) ragihand ku duh roja Pêncşemê di encama êrîşên esmanî yên li Arîha de bi kêmî ve 10 sîvîl hatine kuştin.
Rewangeha Mafê Mirovan Sûriyê SOHRê da zanîn ku firokan êrîş kirine ser firin û navendeke saxlemîyê.
AFPê ragihand ku li herêma Arîha navendeke saxlemîyê û sê avahîyên din hilweşîyane.
Rûsya îdiaya ser êrîşên dijî firin û navenda saxlemîyê red kir.
Moskowayê da zanîn ku ji Çarşemê heta şeva Pêncşemê wan ti êrîşên esmanî li dar nexistiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin