SOHRê bîlançoya kuştinên piştî rejîma Esed ragihand

SOHRê bîlançoya kuştinên piştî rejîma Esed ragihand

PeyamaKurd - Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji dema rûxandina rejîma Beasê (Dawiya 2024) ya Beşar Esed heya niha 13 hezar û 592 kes li Sûriyê hatine kuştin.

Li gorî SOHRê, bîlançoya herî mezin a qurbaniyan di sala 2025an de bû.

SOHRê raihand, di sala 2025an de 9 hezar 272 kes hatin kuştin, di hefteyên dawiya sala 2024an de 2 hezar û 354 kes û ji destpêka îsal (2026) ve hezar û 966 kes hatin kuştin.

SOHRê da zanîn, rêjeya herî bilind a qurbaniyan sivîl in ku jin û zarok di nav de hene.