PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu, ragihand ku dê operasyonên wan ên leşkerî li ser Ûkraynayê berdewam bikin.
Şoygu daye xuyakirin, “Heta artêşa Rûsyayê bigihîje armancên xwe, wê operasyonên taybet ên leşkerî berdewam dikin.”
Herwiha Şoygu îdia kiriye ku ew Ûkraynayê dagir nakin û ji bo jiyan û ewlehiya sivîlan jî hemû tedbîran distînin.
Ev daxuyaniya Şoygu piştî yekem rûniştina şandên herdu aliyan li sînorê Belarûsê hatiye ku Rûsyayê ragihandibû, piştî du rojan wê muzakereyên bi Ûkraynayê re dewam bikin.
Hêjayî bibîrxistinê, li gorî dîmenên hatine belavkirin û beyanên berpirsên hikûmeta Ûkraynayê di roja 6emîn a êrîşa Rûsyayê de, bi sedan sivîl hatine kuştin û deverên sivîl bûne armanca bombeyên rûsî.
Herwiha serlêdana Ûkraynayê ya bo tawanên şer li Dadgeha Laheyê hatiye qebûlkirin û rewşa meydanî ya şer û windahiyên sivîl ji nêzîk ve tê şopandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin