PeyamaKurd - Ji bo şermezarkirina êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, li Hewlêr û Silêmaniyê xwepêşandan hatin lidarxistin û xwepêşanderan daxwaza rawestandina êrîşê kirin.
Li parêzgeha Hewlêrê, hejmarek welatî ku piraniya wan xelkê Rojavayê Kurdistanê bûn, li ber baregeha sereke ya Netewên Yekbûyî (NY) kom bûn û nerazîbûna xwe li hember êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojava nîşan dan.

Herwiha li Silêmaniyê jî bi sedan kes li cadeya Salim a vî bajarî xwepêşandanek ji bo şermezarkirina êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê lidar xistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin