PeyamaKurd – Li Diyaleyê, terorîstên DAIŞê 2 hemwelatî revandin û 2 hemwelatî jî kuştin.
Li gor medyaya Iraqê belav kir, rêxistina terorîstî ya DAIŞê êrîşî çend deveran li parêzgeha Diyaleyê kir û 2 şivanên herêmê revandine û 2 şivan jî kuştine.
Herwiha berpirsekî artêşa Iraqê ji medyaya welatê xwe re daye zanîn, DAIŞê êrîşî gundê xezal ê nahiyeya Kenan a Diyaleyê kiriye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, demek e DAIŞ rojane êrîşan pêk tîne û xelkê sivîl û hêzên Iraqê dike armanc û Heşdî Şabî û artêşa Iraqê jî nikarin rê li ber wan êrîşan bigirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin