PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Tirkiye genim û cehê cotkarên ji Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê bi barhilgiran tîne Rihayê.
Ev demeke barhilgirên Tirkiyê bi rêya deriyê sînorî yê Serêkaniyê, derbasî navçeyê dibin û li gor nirxê ku hikûmeta Sûriyê destinîşan kiriye, nirxê genim hisab dike. Her tonek genim bi 1300 lîreyên Tirkiyê dikire ku dike bi 190 dolaran û li depoyên parêzgeha Rihayê tê danîn.
Tirkiyê berdewam e li hawirdekirine berhemên cotkarên li navçeyên Rojavayê Kurdistanê ku ligel çekdarên opozisyona Sûriyê xistibû jêr kontrola xwe.
Zêdeyî du mehan e, Tirkiye bi rêya deriyê sînorî yê Akçekaliyê li parêzgeha Rihayê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de bi barhilgiran dest bi veguhestina genim û cehê cotyarên Rojavayê Kurdistanê kiriye.
Ajokarê barhilgirê Salih Gundogdu ji medya tirk re gotiye “Ev du sê meh in ku em ceh vediguhêzin. Bi barhilgiran ji Sûriyê vediguhêzin, lê belavbûna koronayê karê me sist kiriye.”
Ajokar Gundogdu dibêje: “Em spasiya dewletê dikin, di çarçoveya tedbîrên li dijî koronayê de li deriyên sînorî test têne kirin, me ji koronayê diparêze.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin