Artêsa Tirk deverên sînorî yên Hewlêrê heta vê sibê topbaran kir

Artêsa Tirk deverên sînorî yên Hewlêrê heta vê sibê topbaran kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê ji şeva borî bi hinceta hebûna PKKê heta îro serê sibê çend gund û bilindahiyên sînorê nehiyeya Sîdakanê ya ser bi qezaya Soranê ve toparan kirin.

Li gorî nûçeya Rûdawê Rêveberê nahiyeya Sîdekanê, Îhsan Çelebî gotiye, ji demjimêr 08:00ê şeva borî heta demjimêr 10:00 îro Înê topxaneyên artêşa Tirkiyê sînorê Sîdekanê topbaran kirin.

Îhsan Çelebî diyar kir, artêşa Tirkiyê “gundên Lêlkan, bilindahiyên gundê Xelîfanê û quntara çiyayê Xakurkê” toparan kirin.

Çelebî, da xuyakirin ku hejmarek guleyên topê yên artêşa Tirkiyê li nêzîk gundê Lêlkanê teqiyan û bi sedema wê yekê jî tirsek mezin di nav xelkê gund û deverê de belav bûye.

Rêveberê nehiyeya Sîdekanê derbarê zirarên topbarana îro de got: “Di encama topbaranê de li gor agahiyên berdest, zirarên canî û madî bo xelkê gund nîne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin